NAVENDA NÛÇEYAN – Rêber APO ku 26 sal in di tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê de tê ragirtin, li gel Nûnertiya DEM’ê û hevalên xwe yên girtî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Li ser vê bangê, roja Înê 28’ê Sibatê (îro) saet 22:00 (bi dema Amedê) / 20:00 (bi dema Ewropayê) li ser platforma X (Twitter) bernameya gotûbêjê ya taybet ji bo ciwanan tê lidarxistin.
Di nîqaşan de, li ser banga Rêber APO, avakirina Civaka Demokratîk û divê ciwan pêvajoyê çawa binirxînin, wê werin nîqaşkirin. Her wiha wê gotina Rêber APO ya “Bêguman di pratîkê de dev ji çekan berdin û PKK’ê xwe tasfiye bike, pêwîstî bi naskirina siyaseta demokratîk û pîvana hiqûqî heye” were rawestîn.
Ciwanên ku dixwazin beşdar bibin dê karibin wek mêvan tevli bibin, pirsên xwe bipirsin û nîqaşê li odeya nîqaşê ya ku ji hêla hesabê “@RojevaCiwanan” li ser platforma X (Twitter) vekiriye bişopînin. Her weha hûn dikarin pirsên xwe ji berê de bi nivîskî ji hesabê @RojevaCiwanan re bişînin.
.