NAVENDA NUÇEYAN- Çavkaniyên xwecih ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker, îro danê sibehê li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, bi ser çend malan de girt. Çeteyan 3 ciwan revandin û birin cihekî nediyar.
Çavkaniyan her wiha diyar kir ku di dema serdegirtinê de çeteyan dijûn li jinên ku nehiştin li malên wan bigerin, kirin û telefonên destan jî dizîn.