NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakî û amadekariyên 8’ê Adarê bi hemû leza xwe didome. Jinên ciwan li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe ji bo Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê amade dikin. Di hin bajaren de, gelek jinên ciwan mîna Reqqayê beşdarî hin meşên 8’ê Adarê bûn û rengê jinên ciwan diyar kirin. Mînak li Dirbesiyê jinên ciwan bi karên destan dikin. Afîş tên boyaxkirin û broşur tên amadekirin.