STENBOL- Li Taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê ciwanên Kurd ên welatparêz li ser banga Rêber APO ya aştî û demokrasiyê pankart li dar xistin.
Ciwanan pankartên bi nivîsa “Di şer û aştiyê de em bi te re ne, Ocalan” vekirin. Wan diyar kirin ku ew bi daliqandina pankarta ku li ser nivîsîbû piştgirî didin banga Rêber APO.