REQA – Meclisa Jinan a Zenobia bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, di çarçoveya rêzeçalakiyên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, her sal bi beşdariya hemû sazî û tevgerên jinan ên ji bo azadiya Rêber APO, meşeke girseyî li dar xist.
Dema ku meş gihîşt qada Jinê, her kes ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz rawestiya. Piştre Berdevka Kombûna Jinan a Zenobîa Xud El-Îsa axivî û wiha got: “Di vê roja mezin de, roja cîhanî ya jinan, em silav û rêzên xwe li hemû jinan ditewînin.” Xud El-Îssa her wiha got; “Ev roj ne tenê cejnek e, belkî bîranîna têkoşîneke dûr û dirêj e li dijî zîhniyetên ku dixwazin îrade û azadiya jinan bişkînin û wan ji beşdariya bi bandor a avakirina civakek ku tê de aştî û edalet serdest be, dûr bixe. Û wekhevî. Em ê li ser şopa têkoşerên jin bimeşin heta mafên jinan bi tevahî bi dest bixin.”
Meş li ber dengê stranên şoreşgerî bi derdorên dabke bi dawî bû.