NAVENDA NÛÇEYAN-Li ser banga dîrokî ya Rêber APO, YPC’ê ragihand ku li gorî biryara agirbestê ya PKK’ê û li gorî daxuyaniya NPG’ê wan biryara bêçalaktiyê daye. Wan diyar kirin ku ew ê li dijî êrîşên berdewam ên li dijî wan mafê bersivdayînê xwe jî biparêzin.
Daxuyanî wiha ye:
“JI ÇAPEMENî Û RAYAGIŞTÎ RE
SILAV LI HEMÛ YEKÎNEYÊN ME, ŞERVANÊN WÊREK TÊKOŞÎNA AZADÎYÊ!
Daxuyaniya dîrokî ya ku Rêber APO di 27’ê Sibata 2025’an de da, dide zanîn ku têkoşîna me ketiye qonaxeke nû. Em vê pêvajoya ku ji aliyê rêveberiya xwe ve hatiye destpêkirin bi hişmendî û biryardariyeke mezin hembêz dikin û ji raya giştî re radigihînin ku em ê bi hemû yekîneyên xwe re bi disîplîneke teqez li gorî biryara agirbestê ya ku ji 1’ê Adara 2025’an ve ji aliyê Navenda Partiya me, Komîteya Rêveber a PKK’ê ve hatiye girtin, bi cih bînin. Ev biryar di rêya azadiyê de pêngaveke stratejîk e û erka sereke ya her rêhevalekî xurtkirin û geşkirina vê pêvajoyê ye!
Gelê Kurd ê Welatparêz!
Rêbertiya me û Partiya me bi berpirsyariya avakirina siberoja azad a gelê me pêvajoyeke dîrokî dimeşîne. Bi vê hişmendiyê em ê bi hemû yekîneyên xwe li hemberî banga bêçalakîtiyê ya Konseya Rêveber a PKK’ê tevbigerin. Weke Parastina Cewherî em ê bi tevahî biryara agirbestê bi cih bînin û pêngava stratejîk a Rêberê xwe li qadan bi cih bînin.
Em ê vê pêvajoyê bi disîplîn, dilsozî û hişmendiya rêxistinî di çarçoveya xeta Partiya me de diyar kiriye bimeşînin û rêya azadiyê li gorî perspektîfa Rêbertiya xwe ava bikin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Parastina Gel a ku em pê re girêdayî ne, em ê di çarçoveya diyarkirî de tevbigerin û li hemberî êrîşên berdewam mafê bersivdayînê ji xwe re biparêzin.
BIJÎ SEROK APO
YEKÎNEYÊN PARASTINA CEREWHERΔ