NAVENDA NUÇEYAN- Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya 8’ê Adarê roja Jinên Kedkar ên Cîhanê semînerek ji bo xwendevanên dibistana amadeyî ya Şehîd Koçerî hat dayîn.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 8’ê Adarê roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li ser giringî û dîroka 8’ê Adarê ji bo xwendevanên dibistana amadeyî ya Şehîd Koçerîn semînerek hat dayîn
Semîner li salona dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn bi amadebûna xwendevanan, bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî giyanên hemû jinên têkoşer hat destpê kirin. Piştî rêzgirtinê ji aliyê Endama Komîteya Jineolojî Mamosta Leyla Arsu Îlhan ve semîner hat dayîn.
Mamosta Leyla Arsu Îlhan di destpêka axaftina xwe de keyfxweşiya xwe ya ji bo diyariya Rêbertî ya ji bo jinan hatî şandin anî ser ziman û da diyar kirin ku wê bi ruhê bangawaziya Rêber Apo pêşwazî li pîrozbahiya 8’ê Adarê bikin.
Di semînerê de behsa giringiya 8’ê Adarê ji bo têkoşîna jinan, dîroka 8’ê Adarê û berxwedana jina ya li hemberî sîstema desthilatdarî hate kirin.
Semîner bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.