DIRBESIYÊ- Îro di seatên êvarê de endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Dirbesiyê ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cihanê, çalakî li darxistin. Jinên Ciwan bi cilên Kurdî li ser tepeya Dirbesiyê bi tîpên ji agir ”8’ê Adarê Pîroz Be” nivisandin.
Jinên Ciwan dan diyarkirin ku piştre girtina peyama ji Rêber APO bi coş û moralekê hîn mezintir ber bi cejna 8’ê Adarê û Newrozê ve diherikin. Diyar kirin ku bangawziya Rêber APO ji bo Demokrasî taybet ji bo jinên ciwan gelekê bi nirx û wekê Jinên Ciwan di pêkanîna vê de rola pêşengtî dileyzîn. Jinên Ciwan bang li hemû Jinên cihanê û taybet bang li jinên ciwan ên Rojhilata Navîn dikin ku bi coş û moralekê mezin tevlî şahiyên 8’ê Adarê bibin.