QAMIŞLO – Jinên ciwan ên Desteya Ciwanan a bajarê Qamişlo bi boneya 8’ê Adarê bernameya werzîşê li dar xistin û di heman demê ji bo 8’ê Adarê daxuyaniyek dan û bal kişandin ser girîngiya banga Rêber APO û anîn ziman ku ew bi 4 nergîzên ku Rêber APO diyarî jinan kiriye, gelekî kêfxweş in.
Piştî jinên ciwan turnuvaya futbolê û pêşandana karateyê li dar xistin.
Daxuyanî wiha ye;
“Qeyrana ku niha modernîteya kapîtalist tê de ye û encama wê de şerên dijwar rû didin, tehdît û zerara herî mezin dide jinê. Di pêvajoyeke ku xeterî li ser hebûn û azadiya jinê de heye, me wekî jinên Rojava Hêza xwe ji Rêber APO girt û Şoreşa Jinê parast. Lê belê xeterÎ û tehtîd hîn berdewame me. Rejima nû ya Colanî ku xwedî zihniyeta DAÎŞ’ê ye, Şoreşa Jinê xistiye hedefa xwe. Em bi boneya 8’ê Adarê didin diyarkirin, em rejimeke zilam navend, dijî jinê û hemû pêkhateyên netewî, olî û fikrî nagre nava xwe bi tu awayî qebûl nakin. Divê bê zanîn ku me ev şoreş bi keda hezaran şehîdan, bi fedakarî û qhremantiya YPJ’ê ava kiriye û hilweşandina wê ne hesan e.
Bangawaziya Rêber APO ya ji bo aşitî û civaka demokratîk ji bo me jinên ciwan gelekî girîng e. Bi taybetî 4 nergîzên ku Rêber APO diyariyê hemû jinan kir gelekî binirx e, cihê moralê ye. Em pir bi heyecan benda peyama Rêber APO ya 8’ê Adarê ne. Roja Jinên Kedkarên Cihanê di sala 2025’an de heviya hemû jinên bindest nû kiriye û bi banga Rêber APO ve rêya azadiyê vekiriye. Em 8’ê Adarê ji hemû jinên cihanê pîroz dikin. Em dîsa dibêjin ku “Jinên Azad Wê 8’ê Adarê Bi Azadiya Rêber APO vê Tacîdar Bikin”.