STUTTGART– Jinên ciwan ên Teko-JIN’ê ji bo 8’ê Adarê li Schlossplatz a Stûttgartê bi jinan re hatin cem hev û ji bo Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meşek organîze kirin.
Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Bi Jin Jiyan Azadî Serhildan!” û alên Teko-JIN hatin rakirin.
Ji bilî jinên ku bi def û tembûran tevli meşe bûn, jinên ciwan ên endamên Teko-JIN’ê kartên ku gotinên Rêber APO li ser nivîsîbûn li dayikên Kurdistanê belav kirin. Dema jin gihiştin dawiya çalakiyê, ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinan daxuyanî hatin xwendin.
Daxuyanî wiha ye;
“Hevalên hêja, rêhevalên hêja!
8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ye, roja ku li dijî desthilatdariya baviksalarî û berxwedana jinan tê pîrozkirin.
Ev roj her sal biryara me dubare dike. Îro, di sedsala 21. de 8’ê Adarê ya sedsalê bûye sembola dîrokî ya berxwedana jinê ya li dijî cîhana baviksalarî û mêtîngeriyê. Li dijî pergala kapîtalîst, li dijî zîhniyeta netew-dewletê, li dijî olperestî û zayendperestiyê. 8ê Adarê a
Roja têkoşînê ya ku jin di avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz de rola xwe ya pêşeng nîşan didin civakê rave bike.
Bihara ku sembola jiyan, azadî û hêviyê ye, wê bi berxwedana jinan şîn bibe.
Rêgezên bingehîn ên modernîteya demokratîk ancax bi pêşengiya jinê dikare pêk were.
Bi hezkirin, rêz û minetdarî li hemû cîhanê ji bo pêşengên berxwedana jinan Rosa û Sara em hemû jinên ku di encama tundiya baviksalarî û qirkirina jinê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Bi berxwedana xwe em her roj vedigerin 8’ê Adarê û berxwedan her ku diçe mezin dibe.”
Endamên Teko-JIN’ê daxuyanî dan û meşa xwe bi govend û dirûşmeyan bi dawî kirin.