Gerînendetiya Veguhastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew amade ye xwendekarên li Laziqiyê û Humisê asê mane, bîne herêmê.
Gerînendetiyê di daxuyaniyê de diyar kir: “Di çarçoveya erk û berpirsyariya me ya civakî ya li hemberî xwendekar û civaka me de, em radigihînin ku me duh û îro otobusên şîrketên Jiyan û Îzla veqetandine da ku xwendekarên li herêmên Laziqiyê û Humisê asê mane, bînin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev xebat ji bo silametiya xwendekaran û vegerandina wan a ewle û li herêm û malbatên wan tê kirin.
Li gorî daxuyaniyê, otobus dê li gorî bernameyeke plankirî werin şandin. Hate destnîşankirin ku ji bo hêsankirina tevgerê û silametiya her kesî jî koordîne bi aliyên têkildar re hatiye kirin.
Li herêmên perava Sûriyeyê û Humisê di navbera çekdarên desthilata Şamê û komên çekdar de şer rû dide. Li gorî SOHR’ê di 72 saetên dawîn de 39 komkujî hatine kirin û di encamê de 973 kes hatine kuştin. 7’ê Adarê xwendekara bi navê Şînda Adil a ji Qamişloyê ku li Zanîngeha Laziqiyê beşa tibê dixwend, hatibû kuştin.