PARÎS – Di 27’ê Sibatê de li ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêber APO bi rêya Heyeta Îmraliyê kir, ciwanan li Villiers-Le-Bel semînerek li dar xist.
Li banliyoya Villiers-Le-Bel a paytexta Fransa Parîsê, ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) têkildarî pêvajoyê nirxandin kirin.
Li dû kêliya rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê, ciwanan banga Rêber Apo û berhevkirina gotarên bi navê “Pêşeroj wê bi ciwanan re bê” xwendin û piştre têkildarî girîngiya bangê û rol û mîsyona ciwanan a di vê pêvajoyê de nirxandin kirin.
Di nirxandinan de bal hat kişandin ser girîngiya ciwanan di avakirina Modernîteya Demokratîk de. Her wiha hate destnîşankirin ku divê ciwan li qadan bin û bi ruhê seferberiyê bixebitin da ku fikrên Rêber Apo bigihêjin civakan. Di axaftina ku bal hat kişandin ser wê yekê ku Rêber APO ev 10 sal in di qonaxa amadekariyê de ye, hat gotin, “Divê ciwanên Kurdistanê bi Rêber APO û Tevgera Azadiyê ya 50 sal in têdikoşin bawer bikin.”
Semîner bi awayê Pirs û Bersiv berdewam kir; Hat diyarkirin ku divê PKK çawa xwe ji nû ve ava bike û avakirina civaka demokratîk çawa pêk were. Piştre jî “Divê ciwan Rêber APO bixwînin û pêvajoyê rast fêm bikin. Bi heman awayî pêwîste ji ciwanên derdorê re vebêjin” û girîngiya ku pêvajo ji civakê re were fêmkirin hate vegotin.
Semînera ku nêzî 2 saetan dewam kir, bi dirûşmeyên “Bijî Rêber APO” bi dawî bû.