HALEP- Sibe, salvegera Serhildana 12’ê Adarê ya ku di 2004’an de, li dijî desthilata Partiya Baas’ê dest pê kiriye, ye. Di wê demê de saziyên ewlehiyê komkujiyek pêk anî, ku di encamê de zêdetirî 30 ciwan û zarok şehîd bûn.
Meclisa Wezîrê ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi daxuyaniyekê salvegera Serhildana Qamişlo bi bîr anîn û maçeke fotbolê li dar xist.
Bi beşdariya endam û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û ciwanan endamê Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) Ebdo Mihemed daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin di 12’ê Adara her salê de Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera Serhildana 12’ê Adarê bi bîr tin.
Her wiha di daxuyaniyê de amaje bi sedemên serhildanê hat kirin û hat gotin di wê demê de di navbera girseya tîmên fotbolê de pirsgirêk derket û li hev dan.
Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rejîma Baas’ê di 14’ê Adarê de xwepêşandana mezin a li bajarê Kobanê hatiye lidarxistin çewisand, gule li xwepêşandêran barandin. Di encamê de hin sivîl birîndar bûn û ev yek heta roja 31’ê Adarê dom kir. Saziyên ewlehiyê gelek sivîl li bajêr girtin. Di 16’ê Adarê de bi hezaran Efrînî ji bo piştgiriya Serhildana Qamişlo, bajarên din derketin qadan. Hemwextî wê jî xwepêşandaneke zexm li taxa Eşrefiyê ya Helebê hat destpêkirin. Ev rewş heta hefteyekê dom kir. Dûre jî hêzên ewlehî yên Sûriyeyê gelek kes li herêmên Kurdan destgîrkirin, 60 xwendekarên Kurd ji zanîngehan derxistin.
Di dawiya daxuyaniyê de di navbera tîma Cûdî Amanos a KPC-D û tîma Ciwann Şoreşger a Sûriyeyê de maçeke hat lidarxistin.