QAMIŞLO- Daxuyanî li Stadyûma 12`ê Adarê ya bajarê Qamişlo, bi beşdariya şêniyên Qamişloyê, endamên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîr û tîmên futbolê, hate xwendin.
Daxuyanî bi kurdî û erebî, ji aliyê hevserokên Meclisa Bajarê Qamişlo Hêvî Ehmed û Izedîn Gedo ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de şehîdên Serhildana 12`ê Adarê (2004) hatin bibîranîn û hate diyarkirin ku rejîma Baasê hewl da di nava pêkhateyên herêmê de, bi taybet gelên Kurd û Ereb, fitneyê derxe.
Her wiha hate gotin ku Serhildana 12`ê Adarê bû destpêka hilweşandina dîwarê tirsê û rûxandina rejîma desthilatdar û hate destnîşankirin ku biratiya gelên herêmê rê li ber fitneyê girt.
Ciwanê bi navê Beşar Mistefa Hesen jî diyar kir ku bi saya şehîdan roj û siberoja wan xweştir bûye û got, “Hêvîdar im weke ciwan em keda şehîdên xwe ji bîr nekin û em ê têkoşîna wan xwedî derbikevin.”
Mistefa Hesen di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku bêyî ked û xebata keç û xortên ciwan bi serketin û paşerojeke azad ne pêkan e.
Jina ciwan a bi navê Viyan Gulo di destpêka axaftina xwe de şehîdên 12’ê Adarê bîrbiaranî û got, “Şehîdên me yên ku asta jiyana me bilind dikin. Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe, em ê mafên gelê Kurd biparêzin. Em ê tola şehîdên xwe hilînin. Me heta îro li ber xwe da û têkoşiyaye û em ê her tim têkoşîna xwe bidomînin.”