HESEKÊ- Bi boneya 21’emîn salvegera Serhildana 12`ê Adarê, şehîdên serhildanê bi pêşengtiya Kongra Star ve li bajarê Hesekê, bi daxuyaniyekê bîranin.
Daxuyaniyaniyê de hat diyar kir ku Serhildana 12`ê Adarê vîna azadiyê ya gel nîşan da. Ew bû bersivek li hember salên dirên yên siyasetên biçûkxistinê li dijî pêkhateyan.
Her wiha diyar kirin ku çewisandina serhildanê bertekeke tund a gel derxist holê ku bû sedema belavbûna wê li bajar û bajarokên Sûriyeyê ji Dêrikê heta Efrîn, Heleb û Şamê û veguherî meşên dilsoziya bi şehîdan re.
Di çalakiyan de diyarkirin ku peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Şamê de wê bibe rêya azadî û jiyana hevbeş a aram û aştiyane.
Her wiha di daxuyaniyan de banga yekitiya Kurdan û hemû pêkhateyan hate kirin.