ŞENGAL- Gerîlaya YJA-Starê Cîhan Hîvron (Lînda Xeyrî) ya xelkê Şengalê bû û li Heftanînê şehîd bû, li Xanesorê bi girseyî hate bîranîn. Di merasîmê de xwişka şehîd vê peyamê da: “Cîhan xwedî îradeyeke poleyî bû. Ji ber xwedî dileke mezin bû, karî xwe ji bo hemû mirovahiyê feda bike. Ew rêya me ronî dikin, em pê serbilindin.”
Duh navenda çapemenî û ragihandinê ya HPG’ê bi daxuyaniyekî nasnameya 3 şehîdan eşkere kir ku yek ji wan xelkê Şengalê bû. Şehîd Lînda Xeyrî Hecî (Cîhan Hîvron) û du hevalên wê, îro li komelgeha Xanesorê bi awayeke girseyî hate bîranîn.
Malbatên şehîdan, şervanên YBŞ-YJŞ’ê, sazî û rêxistinên girêdayî Rêveberiya Xweser a Şengalê, TAJÊ û malbata şehîd di merasîmê de amadebû.
Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtin hate destpêkirin û paşê dayîkên şehîdan çira vêxistin. Di merasîma şehîd de peyama HPG’ê ya ji bo malbata şehîd û daxuyaniya derbarê şehîdan de hate xwendin. Bi navê girseya ku li wir kombûye û TAJÊ dayê Şemê Remo axivî.
Piştre merasîm bi nîşandana sînevîzyonek li ser şehîd Cîhan Hîvron û dirûşmeyên, ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.