KOBANÊ – Komkujiya Helebçeyê komkujiya bi bombeyên kîmyewî ye ku di 16’ê Adara 1988’an de ji aliyê rejîma Seddam ve li dijî Kurdên Helebceyê pêk hat. Li Helebçeyê di nava çend saetan de nêzî 3200-5000 Kurdan jiyana xwe ji dest dan.
Bi nêzîkbûna 37. Salvegera Komkujiya Helebçeyê, xwendekarên jinên ciwan ên Kobanê daxuyaniyek dan û şehîdên Helebce bi bîr anîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “37 sal in her 16’ê Adarê ji birîna Helebçeyê ku bêhna sêvan jê tê, xwîn diherike û hemû Kurdistan digirî.
Em weke xwendekarên Kobanê kesên di qetlîama Helebce û Enfalê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û hovîtiya dewletê careke din şermezar dikin.”
Daxuyani tevahî wiha ye:
“Em şehîdên komkujiya Helebce bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber şehîdên komkujiya Helebce û hemû gelê Kurdistanê ditewinin.
Di 16’ê Adara 1988’an de li ber çavê hemû cîhanê rejîma metînger û faşîst Sedam bajarê Helebçe yê Başûrê Kurdistanê bi bombeyên kîmyewî yên ku di nav wan de gaza xerdel û sarîn a kujer û bêhna sêvan digirt bombe kir. 7 hezar Kurdên ku tenê ji ber ku Kurdbûn bû, ji ber gazên kîmyewî yên jehrî jiyana xwe ji dest dan.
Ev jenosîd beşek ji qetlîama Enfalê bû ku ji aliyê rejîma Baas a metînger ve ji bo tunekirina Kurdan bi temamî hat destpêkirin û di encamê de nêzî 200 hezar Kurd hatin kuştin. Ev komkujî di encama bêstatû hiştina gelê Kurd ji aliyê dewletên emperyalîst piştî Şerê Cîhanê yê Duyem pêk hat.
Qêrîna kesên di vê qirkirinê de şehîd bûne careke din ji hemû cîhanê re ragihand ku hebûna gelê Kurd di bin xeteriyê de ye û ew ê dest ji azadiya xwe bernedin.
Ev 37 sal in her 16ê Adarê ji birîna Helebçeyê ku bêhna sêvan jê tê, xwîn diherike û hemû Kurdistan digirî.
Weke xwendekarên Kobanê em kesên di operasyonên Helebce û Enfalê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û hovîtiya dewletê careke din şermezar dikin.
BIMRE DEWLETÊN FAŞÎST
JIN JIYAN AZADΔ