NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Jinên Azad (TJA) li Ben û Sen a navçeya Sûrê bi erbane û meşaleyan Newroz pîroz kir.
Hevşaredarên navçeyan, parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Girseya gel demeke dirêj li ber def û erbanê govend gerand, piştre meşale pêxistin û stran gotin. Paşê girseya ku bi meşaleyan derket ser sûran gelek caran bê navber dirûşmeyên “Newroz pîroz be”, “Bê Serok jiyan nabe”, “PKK gel e gel li vir e” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Jinan li ser sûran bi tilîliyan û dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Girseya gel li ber def û arbanê li ser sûrên bajêr demeke dirêj dirûşm berz kirin û stranên Newrozê gotin.
Girse bi coş heman coşê ji ser sûran daketin û demeke dirêj govend gerandin.