QAMIŞLO- Ji aliyê Komeleya Alîkariya Newrozê ve ji bo zarokên şehîdên bajarê Qamişlo bi beşdariya welatparêzên li Ewrupa û Komîteya Çapemeniya Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyek aikariyê hate lidarxistin.
Malbat û zarokên şehîdan beşdarî merasîma ku li Salona Sporê ya Qamişlo hat lidarxistin bûn. Bi boneya nêzîkbûna cejnên Newroz û Remezanê cil û berg li zarokan hatin belavkirin.
Kesên ku piştgirî dan çalakiyê spasiya Komeleya Alîkariya Newrozê kirin û bal kişandin ser girîngiya alîkariya malbat û zarokên şehîdan di demeke wiha de. Di axaftinan de bang li raya giştî ya welatparêz hate kirin ku piştgiriyê bidin zarokên şehîdan.