Li Wanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) Newroz li navçeya Tûşbayê hat pîrozkirin.
Gelek jin bi cil û bergên gelêrî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Di pîrozbahiyê de posterê yek ji pêşengê PKK’ê şehîd Mazlûm Dogan ê ku weke Kawayê Hesinkar tê nasîn hat vekirin û bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Newroz pîroz be”, “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
Jinan bi meşaleyan agirê Newrozê pêxistin û demeke dirêj li dora agir govend gerandin û dawî li pîrozbahiyê anîn.