HESEKÊ – Îro li çerxereya Şehîd Serhed a bajarê Hesekê, di bin pêşengtiya Yekitîya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger de, cejna Newrozê bi şahiyek hat pîroz kirin.
Bi sedan ciwan û şênî bi cil û bergên gelerî beşdarî şahiyê bûn û bi dîlan û govendan newroza xwe pîroz kirin.Pîrozbahî bi dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.