SEYHAN – Li navçeya Seyhan a Edeneyê gel bi dirûşmeyên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” Newroz pîroz kirin.
Bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya ku li Taxa Kuçuk Dîkîlî ya Seyhanê hat lidarxistin bûn. Qada ku pîrozbahî lê hat lidarxistin bi diruşmeyan hat xemilandin. Jin û ciwanan bi cil û bergên xwe yên gelêrî qad tijî kirin.
Welatiyan diyar kirin ku ew ê heta dawiyê banga Rêber Apo ya “Aştî û Civaka Demokratîk” hembêz bikin, bi coşeke mezin agirê Newrozê pêxistin.
Kurdistaniyan li dora agirê Newrozê bi stranên Kurdî govend gerandin û timî dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.