REQA – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê agirê Cejna Newrozê ya sala 2025’an pêxist.
Meclîsa Gel a Demokratîk, Meclîsa Dada Civakî, Meclisa Rêveber, deste û ofîsên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Meclîsa Rêveber a parêzgeha Reqayê beşdarî şahiyê bûn.
Pîrozbahiyê bi daxuyaniya Avîn Suweyd û hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Husên Osman dest pê kir. Di daxuyaniya de Newrozê pêkhateyên herêmê hate pîrozkirin.
Her wiha di daxuyaniya de bi taybetî bal hat kişandin ser aştî û yekîtiyê.
Piştre beşdarên ji hemû pêkhateyan agirê Newrozê pêxistin, li ber dengê stranên Newrozê bi govendên folklorîk ên Debkeyê govend gerandin.