QAMIŞLO- Meclisa Zanîngehên Bakûr û Rojhilatê Surî li Qamişloyê têkildarî danezana destûrî ya ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye ragihandin daxuyaniyek da. Daxuyanî ber avahiya meclisê bi amadebûna endaman ve hat dayîn.
Daxuyaniyê de hat gotin ku di dema ku gelê Sûriyeyê hêvî dikir ku ber bi welatekî demokratîk ve biçe, ev destûr derketiye holê ku girêdan ol û dewletê hîn xurtir bike û olê bike çavkaniya zagonsaziyê û dewletê di çarçoveya olê de dorpêç bike û hemû regezên demokrasiyê bin pê bike.
Daxuyanî bi vi rengî ye:
“Piştî hilweşîna rejima Baas û hatina Ehmed El-Şera bo serokatiya Sûriyeyê, me bi guhdaneke mezin şopandina rêveçûna bûyeran û çavdêriya performansa desthilata nû kir. Komîteyek ji bo konferansa diyaloga niştîmanî Sûrî hate avakirin, bêyî ku ew komîte bi awayekî durist nûneriya cihêrengiya rastîn a gelê Sûriyeyê bike, lewam di encamê de konfernaseke ku ne li gorî hêviyan hate lidarxistin, her wiha komîteyek ji bo amadekirina reşnivîsa daxuyaniya destûrî ya ku dê rêveberiya dewleta Sûriyeyê di qonaxa veguhêz de birêxistin bike, hat avakirin. Lê dîsa jî rastiya civaka Sûriyeyê îfade nekir û piraniya pêkhateyan dûrxistî man.
Di 10ê adarê de, rêkeftinek di navbera serokê qonaxa veguhêz El-Şere û fermandarê giştî yê QSDê Mezlüm Ebdî de hate îmzekirin, ev rêkeftin bû hêviyek ji bo hemû gelê Sûriyeyê û weke pêngava yekem di pirosesa sererastkirinê de, hate nirxandin, bi taybetî piştî bûyerên bixwîn ên ku li perava Sûriyeyê pêk hatin.
Piştî vê rêkeftinê gelê Sûriyeyê çaverê bû ku ji nû de, komîteya konferansa diyalogê, her wiha komîteya amadekirina reşnivîsa daxuyaniya destûrî, bêne avakirin, bi aramanca hilberandina diyalogeke niştîmanî rasteqîne û ragihandina destûreke ku hêvî, daxwaz û omîdên gelên civaka Sûriyeyê bi cih bîne.
Lê belê, piştî sê rojan ji wê rêkeftinê, ango di sêzdehê meha adarê de, Ehmed El-Şeraa reşnivîsa daxuyaniya destûrî ya ku ji aliyê komîteya berpirs ve hatibu amadekirin, îmza kir, da ku gelê sûriyeyê bi daxuyaniyeke destûrî ku welat ji nû ve bi rengê yek netew, yek ol, yek ziman û navendîkirina desthilatê, rû bi rû bihêle, her wisa bikaranîna mekanîzmayeke nû ji bo bicihkirina nûnerên gel di desteya qanûnsaz de, bêyî diyarkirina mekanîzmayên dadweriya veguhêz.
Di dema ku gelê Sûriyeyê hêvî dikir ku ber bi welatekî demokratîk ve biçe, ev destûr derkete holê da ku girêdan ol û dewletê hîn xurtir bike û olê bike çavkaniya zagonsaziyê û dewletê di çarçoveya olê de dorpêç bike û hemû regezên demokrasiyê bin pê bike, ta asta ku peyva demokrasiyê jî bi tu awayan derbas nabe.”