Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ye:
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
“16’ê Adarê li Herêma Xakurkê artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Girê Meskenê dest bi operasyonê kir.
Êrîşên bi balafirên şer;
16 û 17’ê Adarê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Sinînê, Kendekola, Lolanê 7 caran, li Herêma Garê qada Girê Zengilê 3 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê 5 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Baharê 3 caran; bi giştî 18 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Êrîşên bi çekên giran, top û obusan;
15 û 16’ê Adarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Şehîd Şerîf, Lolan û Sinînê 230 caran, li Herêma Garê qadên Girê Reşîd, Kanî Sarkê, Zêvkê, Girê Zengil 29 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Şêlazê, Bêşîlî 83 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Baharê 161 caran; bi giştî 503 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.”