TEBQA– Bi nêzîkbûna cejna Newrozê ya îsal li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hema hema her roj agirê Newrozê li her bajarî tê pêxistin. Bi agirê Newrozê yê ku piştî banga aştî û demokrasiyê ya Rêber APO hat pêxistin, gel li her qadê banga heyî hembêz dike û bi ruhê têkoşînê yê Rêber APO Cejna Newrozê pêşwazî dike.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Efrînê û Yekîtiya Jinên Ciwan ên li Tebqayê dijîn, duh êvarê li hewşa dibistanê ku welatiyên ji Şehbayê neçar man koç bikin, şahiyek li dar xistin.
Ciwanên ku bi gelê Efrînê re agirê Newrozê pêxistin, tevahiya şevê govend gerandin.
Çalakiya pîrozbahiyê bi dirûşmeyan bi dawî bû.