REQA – Êrîşên dewleta Tirk a faşîst li dijî herêma Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê didomen. Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li Kobanê malbatek bombebaran kir. Her wiha bi çekên giran jî gund topbaran kir. Di encama êrişê de ji heman malbatê piraniya wan zarok, 10 kes hatin qetilkirin, 2 kes jî birîndar bûn.
Li dijî vê yekê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê komkujiya li Kobanê şermezar kir û xwestin hesab ji dewleta Tirk a dagirker bê pirsîn. Bi dehan malbatên şehîdan û endamên saziyên civaka sivîl ên bajarê Reqa li ber Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê kom bûn û daxuyaniyek xwendin.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan bi navê Fatma jî wiha got: “Zêdeyî 10 sal in gelê li vir li dijî faşîzma DAIS-Erdogan li ber xwe dide. Em ê bi saya Şehîdan xwe berxwedana xwe bidomînin. Erdogan û çeteyên wî naxwazin em li vir di nava aştiyê de bijîn. Em bang li hemû saziyên navneteweyî dikin ku sûcdarên dewleta Tirk ên li Kobanê hatine qetilkirin şermezar bikin.”