KOBANÊ– Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kobanê bi meşeke meşaleyî cejna Newrozê pîroz kirin.
Ciwanên li navçeya Qinê ya Kobanê li hev civiyan, bi meşale û pankartên Rêber Apo di destên xwe de demeke dirêj meşiyan. Ciwanan di tevahiya meşê de bê navber siloganên “Bijî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin.
Piştî meşê ciwan hatin cem hev û agirê Newrozê pêxistin. Pîrozbahî bi gerandina govendê ya li gel stranên şoreşgerî bi dawî bû.