STUTTGART – Êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ku li Kobanê malbatek qetil kir, bi pêşengiya ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi mîtîngekê hate protestokirin.
Mîtînga li Stuttgart Kobaneplatzê bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên hatin qetilkirin destpê kir.
Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Berxwedana Rojava” berz kirin. Mîtîng piştî axaftinên bi Elmanî bi dawî bû.