REQA – Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xwendekarên Zanîngeha Şerq a Reqayê hatin cem hev û li dijî kuştina sivîlan helwest nîşan dan. Bi taybetî êrîşa dawî li ser Kobanê ku gelek zarok tê de hatibûn qetilkirin, bû sedema bertekên xwendekaran.
Yekîtiya Xwendekarên Zanîngeha Şerq di daxuyaniya ku bi zimanê Erebî hat xwendin de wêneyên şermezarkirina qetilkirina sivîlan û alên Yekîtiya Xwendekarên Zanîngeha bilind kirin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Xwendekarên qetilkirina sivîlan şermezar kirin. Wan bang li rêxistinên mafên mirovan yên wek UNICEF jî kirin ku sûcdaran rexne bikin û dengê xwe diji kuştina sivîlan bilind bikin. Her wiha bang li hikûmeta nû ya Sûriyeyê hat kirin ku divê rewşa nû ya yasayî ya ku îmze kirine pêk bîne, ku tê de êrîşên li tevahiya Sûriyeyê û Rojava tên rawestandin.