NAVENDA NÛÇEYAN – Bi nêzîkbûna cejna Newrozê ya gelê Kurd û hemû gelên bindest re, pîrozbahiyên li tevahiya Kurdistanê dewam dikin. Ciwan bi kelecana ku ji Rêber APO girtine re govenda azadiyê li Bakurê Kurdistanê berfireh dikin.
Li Taxa Koyîçî ya Wanê ciwanan agirê Newrozê pêxistin. Pîrozbahiya Newrozê bi pêxistina agirê li dora posterê Rêber APO û dirûşmeyên Bijî Serok APO ve destpê kir. Li gel stranên şoreşgerî dîlanên azadiyê hatin gerandin. Ciwan bi pankarta ‘Yê Ku Îxanetê Li Rojê Bike, Ewê Rojekî Bicemide’ ve biryardariya xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO anîn ziman.
Di pîrozbahiya bi heybet a Newrozê de bê navber dirûşmeyên Bijî Serok APO, Ciwan Fedayiyê Rêber APO ne, Bi Can Bi Xwîn Em Bi Te Rene Ey Serok hatin avêtin.