NAVENDA NÛÇEYAN- Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz a bajarê Dirbêsiyê û Dêrîkê bi daxuyaniyekê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li gundê Berx Botan yê bajarê Kobanê pêk anî, şermezar kir.
Daxuyanî li dibistanan bi amadebûna xwendekaran hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker polîtîkaya xwe ya dagirkeriyê û qirkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, ev jî komkujiya li Kobanê derket hole ku nîşaniya van polîtîkayan e .