ŞENGAL – Dane êvarê li gundê Borik, bi pêşengtia Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê (YCÊ), Newroz bi coşekê mezin hatiye pîroz kirin. Şêniyên Borik amade bûn û agirê Newrozê gêş kir.
Cejna Newrozê bi xwendina nameya Rêber Apo ji bo gelê Êzidî destpêkir. Di peyamê xwe de Rêbertî silavê xwe ji gelê Êzidî re şand û got: “Azadiya Êzidîyan û azadiya gelên Rojhilata Navîn bi hev ve girêdayî ye. Di vê çarçoveyê de, Banga Aştî û Civaka Demokratîk bersiva li dijî 73 fermanên Êzidîyan e. Pêvajoya ku me daye destpêkirin herî zêde wê hebûn û azadiya Êzidiyan pêk bîne”.
Pîrozbahî bi keyfxweşiya ku vê peyamê wergirtiye berdewam kir. Bi çepik û tilili û slogana “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Newroz pîroz be” govend derdora agir gerandin. Tewrê Feqîr bi ajansê me re axivî û got : “Em silavên xwe yên germ ji Serok Apo re dişînin. Silavên me ji hemû jinan re hene. Silavên me ji Rojava jî hene û ji gerîlayên serê çiya em dişînin”.