KOBANÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kobanê ji bo şermezarkirina qetilkirina 10 kesên ku di encama êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker 2 roj berê li gundê Berxbotanê yê Kobanê li dijî malbatekî pêk anîbû, meşekî li darxist.
Bi sedan jinên ciwan û ciwan beşdarî meşê bû ku li navçeya Çelê pêkhat. Pankartekî bi dirûşmeya “Em êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin” hat hildan û bê navber dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin berz kirin.
Piştî meşê li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan daxuyaniyeke hat dayîn û komkujiya heyî hat şermezarkirin. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Dewleta tirk a dagirker dubare êrîşên xwe li ser herêma firatê bi awayekî hovane dike. Di dîroka 17’ê adarê 2025″an de li gundê Berxbotanê malbatekî sivîl hat hedef girtin. Dewleta Tirk di milekî de behsa aştî û agirbestê dike, di milê din de komkujiyan pêktîne. Duh li hemberî gelê Elewî, îro jî li Rojavayê Kobanê ji ber bêdengiya li hemberî binpêkirina mafê mirovan û hiquqê însanî, li xaka Sûrî gel rû bi rû bi komkujiyan re dimîne. Weke jinên ciwan em vê komkujiyê şermzar dikin, em vê êrîşê redikin û bi taybet qetilkirina jin û zarokan. Em ji dewleta tirk re dibêjin em hene, tu îro dixwazî me tune bike, em jî dibêjin em hene û emê her serî hildin.”