AMED- Pîrozbahiya Newroza Amedê ku bi beşdariya sed hezaran dest pê kir, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû. Pankarta Meclîsa Jinên Ciwan a Dem Partî “Bi Ronahiya Rojê, Bi Rengê Jinê, Ber Bi Sosyalîzmê” û sloganên “Ciwan Fedayî Rêber APO ne” coşa qadê bilind kir.
Pîrozbahiya Newroza Amedê li Qada Newrozê ya navçeya Rezanê ya Amedê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û bi beşdariya sed hezaran kesan hate pîrozkirin. Piraniya beşdaran jin û ciwan bûn û qada pîrozbahiyê heta dawiyê tije bûbû. Di pîrozbahiyan de herî dawî hunermend Rewşan derket ser dikê.