REQA- Li kantona Reqayê Newroz li stadyuma şaredariyê ya li navenda bajarê Reqayê bi beşdariya gelê Efrînê ve bi coş hat pîrozkirin.
Di pîrozbahiya Newrozê de Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê Mişlib El Turkan axivî û got, “Newroza îsal ji salên borî cudatir e, ji ber ku bi rûxandina rejîma Beşar Esed re neheqî û zilm ji holê hat rakirin. Peyama Rêber APO ya banga aştiyê li Rojhilata Navîn dike, wê girîngtir bike.”
Berdevka Meclîsa Jinê ya Zenûbiya Xod El Îsa di bersivê de got, “Ez li Rêber APO û dayikên şehîdan ên ku fedakariya xwe ya herî bi nirx ji bo azadî û rûmetê dane pîroz dikim. Di vê roja pîroz de şehîdên me yên ji bo azadî û aştiyê canê xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînim.”