NAVENDA NÛÇEYAN- Xwendekarên zanîngehan ku ders boykot kirin banga piştgiriyê têkoşîna kirin û gotin, “Divê hemû pêkanînên antîdemokratîk ên ku mafê dengdayîn û hilbijartinê desteser dikin, bên terikandin.”
Xwendekarên ku li ber Beşa Mîmarî ya Zanîngeha Muğla Sıtkı Koçman kom bûn, girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bi boykotkirina dersan protesto kirin. Di daxuyaniya xwendekaran de hat gotin, “Bi helwesta xwe ya îro li vir, em ne tenê mafên xwe, di heman demê de parastina siberojê jî dikin. Her guhertineke mezin bi gavên biçûk ên mirovên leheng dest pê dike. Em dengê edalet û hêviyê ne, ne dengê îdeolojî û partiyekê ne.”
STENBOL
Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê yên ku bi rojan e dibistan boykot dikin, li Qada Beyazıt hatin cem hev û daxuyaniya çapemeniyê dan. Xwendekaran pankarta “Zanîngeh azad bikin” û “Azadkirin bi tenê nabe” hilgirtin. Gelek caran dirûşmên “Em ê bi yekîtiyê bi ser bikevin”, “Ders nadin, boykot”, “Zext nikare me bêdeng bike” hatin berzkirin.
DAXWAZÊN XWENDEKARÊN
Xwendekaran daxwazên xwe wiha anîn ziman: “Divê girtî bên berdan, binçavkirinên ne rewa bi dawî bibe, hemû polîtîkayên qeyûm bên betalkirin. Divê şaredarên ku hatine hilbijartin bên îadekirin divê bên hilbijartin bên terikandin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.