DIRBÊSIYÊ – Jinên Ciwan ên Dirbêsiyê ji bo rojbûna 76’emîn ê Rêber APO (4’ê Nîsanê) semînerekî lidarxistin.
Rojbûna Rêberê APO, bi rêya çandina daran û dayîna semînerê ji hêla Yekitiya Jinên Ciwan ve hat pîroz kirin.
Endama Jinên Ciwan ên Dirbêsiyê, Soryaz Semo, semîner bi rê ve bir û tê de destnîşan kir ku ji dayikbûna Rêber APO ji bo gelê Kurd û gelên herêmê vejîn e.
Di dawiya semînerê de belgefîlmek li ser jiyana Rêber APO hat nîşandan.
Dûvre Jinên Ciwan û şêniyên Dirbêsiyê li parka bajarokê danîn.