KOBANÊ – Li bajarê Şêran ê Kobanê bi pêşengtiya jinên ciwan bernameyeke bîranînê hat çêkirin.
Bîranîn bi boneya Hefteya Lehengiyê ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan û Meclisa Malbetên Şehîdan ve hat organîzekirin. Di bîranînê de Yekitiya Jinên Ciwan diyar kir ku xet û fikra fermande Egîd bûye hêzek û li tevayî cîhanê belav bûye.
Bername piştî rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan bi sînevîzyoneke li ser wate û giringiya Hefteya Lehengiyê de hate berdewam kirin.
Piştî temaşekirina sînevizyonê hevserokê meclisa Şêran Xelîl Qeromox axivî û got; “Ez di şexsê Fermadar Egîd ve hemû şehîdên şoreşa azadiyê bibîr tînim. Em deyndarê şehîdên xwe ne, silavên xwe ji Rêber APO re dişînin û berxwedana şervanên azadiyê silav dikin. Her çar perçeyê Kurdistanê îro bi keda van şehîdan û tevgera Apocî ve hatiye vê astê. Ev tevger bi felsefeya Rêber APO ne tenê li bakûr, fikra Rêber APO xwe gihand hemû Kurdistan.”