REQA – Yekitiya Jinên Ciwan Reqa û Tebqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi dirûşma “Ji bo azadiyê dem dema pêşengtiyê ye” li Kantona Reqayê meşek girseyî li dar xist. Li pêşiya Meclîsa Sivîl dest pê kir û gihişt qada Jina Azad a li navenda Kantona Reqayê. Bi gihiştina Qada Jinê ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştre li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan ên Reqa û Tebqayê ji aliyê (Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqayê Îbrar) ve daxuyanî hate xwendin. Meş bi qîrîna dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bi can û bi xwîna xwe em ji bo te Ocalan feda dikin”, “Bijî berxwedana jina azad” bi dawî bû.
Daxuyanî wiha ye;
“Daxuyaniya ji bo raya giştî
Di serî de em serî li ber hemû şehîdên vê şoreşê ditewînin. Van şehîdan ji bo şoreşê û azadiya fîzîkî ya Rêber APO canê xwe feda kirin. Em ê jî weke jinên ciwan rêya şehîdan bişopînin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Ji ber vê yekê me îro bi dirûşma “Ji bo azadiyê dem dema pêşengtiyê ye” meşek li dar xist û em ê di bin vê dirûşmeyê de ji bo Rêber APO çalakiyên din jî plan û pêk bînin. Heta ku Reber APO fizîkî azad bibe. Ji ber ku bêyî azadiya Rêber APO em jî azad nabin. Rêber APO hemû jiyana xwe ji bo çareseriyê, bi taybetî ji bo tevgera azadiya jinê diyarî kir. Lewma erka me ye ku em têkoşîna xwe xurt bikin. Di serî de Reber APO derfetê dide me ku em di şoreşê de rola xwe bilîzin.
Bijî rêber APO
Bijî berxwedana jinên azad
emê Komploya navneteweyî têk bibin”