NAVENDA NUÇEYAN- Meclisa Zanîngehên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di civîna xwe ya dawî ku demek kurt beriya niha çêkiribû de, rewşa xwendekarên zanîngehan ên ku di pêvajoya şoreşê de navber dabûn xwendinê nirxand.
Di civînê de biryar hat girtin ku ji bo xwendekarên navber dane û di saziyên Rêveberiya Xweser de cih girtine, mafê temamkirina xwendinê bê dayîn.
Di çarçoveya biryarê de biryarê de Zanîngeha Kobanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan ji bo xwendekaran mafê temamkirina xwendinê daye.
Piştî Zanîngeha Kobanê, zanîngeha Rojava (Qamişlo) û Zanîngeha Şerq (Reqa) jî bi daxuyaniyên cuda mafê temamkirina xwendinê da.
Di daxuyaniya Zanîngeha Rojava ku li ser malpera wê hatiye parvekirin de beşên ku dê xwendekar karibin xwendina xwe temam bikin jî hatine diyarkirin.
Li gorî vê yekê beşên ku dê xwendekar karibin serlêdan bikin ev in:
– Wêjeya Kurdî
– Erdnîgarî
– Mafnasî
– Mamostetiya Refê
– Bîrkarî
Di daxuyaniyê de şertên ji bo serlêdanê jî wiha hatine rêzkirin:
– Divê karmend bi kêmanî du salan li dezgehek Rêveberiya Xweser kar kiribe û divê niha li ser kar be.
– Divê herî kêm salekê li zanîngehekê xwendibe, ev şert kesên ku li peymangehan xwendine nagire nava xwe.
Ji bo xwendekarên ku dê lîsansê temam bikin pergala xwendinê jî wiha hatiye diyarkirin:
– Dema xwendinê di hemû beşan de du sal e, di nav şeş werzan de tê dabeşkirin, werza havînê jî tê de ye.
– Semîner rojên În û Şemiyê tên dayîn.
Beşa ku hejmara xwendekarên tomarkirî tê de ji heştan kêmtir be ew beş nayê vekirin
– Heger xwendekar heman beşa ku berê dixwend temam bike û plansaziya xwe pêşkêş bike, materyalên hevbeş di navbera zanîngeha wî û Zanîngeha Rojava de ku berê biserxistine, nema pêşkêş dike.
– Xwendekar dikare xwe li beşeke cudayî beşa xwe ya berê tomar bike. Lê şerte ku ji sala yekem di beşa nû de dest bi xwendina xwe bike.
Di dawiya daxuyaniyê de belgeyên ji bo tomarkirinê xwendekarin hatine dayîn.
Dîroka tomarkirina xwendekaran ji 15’ê Nîsanê (2025) û 24’ê Nîsanê hatiye diyarkirin.
Zanîngeha Şerq jî bi daxuyaniyê heman maf ji bo xwendekaran eşkere kir.
Xwendekarên ku dixwazin xwendina xwe temam bikin, wê karibin serî li rêveberiyên zanîngehan bidin.