NAVENDA NÛÇEYAN- Xwendekarên ODTÜ, Zanîngeha Hacettepe , Zanîngeha Enqere û Zanîngeha Bilkent, Hêzên Demokrasiyê yên Enqereyê û KESK’ê ji bo xwendekarên girtî hatin cemhev û daxuyaniyeke hevpar dayîn.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser 300 xwendekar ji ber beşdarbûna xwenîşandan, çalakî û mîtîngên piştî 19’ê Adarê hatin girtin; “Em careke din hişyarî didin desthilatdariya siyasî, rêya derketina ji pirsgirêkan ne bi zext, binçavkirin û girtinan, lê belê bi demokrasî, parastin û piştgiriya hemû mafên bingehîn ên jiyanê ye. Ji bo xwe birêxistin bikin, wekî gelên kedkar ên vî welatî bi biryar in, em ê bi ser bikevin.”