SILÊMANÎ (DANA OMER) – NÛÇE CIWAN
Bi dirûşmeya ‘Em şer dikin, xebat dikin heya ku Serokê xwe azad dikin’ Komeleya Gencanên Welatparêz û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer bi meşek meşaleyî piştgirî dan pêngava ‘Serî Hilde’.
Di çarçoveya pêngava ‘Serî Hilde’ ya Komeleya Ciwanan de îro saet 17:30’ê li bajarê Silêmaniyê Komeleya Gencanî Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer bi dirûşmeya ‘Em şer dikin, xebat dikin heya ku Serokê xwe azad dikin’ piştgirî dan pêngavê.
Komeleya Gencanî Welatparêz û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer di meşê de daxuyaniyek dan çapemeniyê û daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endama Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Tewar Adil ve hate xwendin û wiha hate ragihandin; “Di vê qonaxa dîrokî de ew êrîşa li ser Rêber Apo ku heye, êdî bi ti şêweyek nayê qebûlkirin. Ew êrîşa dewleta Tirk û dagirkerên din li ser Serokê me dimeşînin, di heman demê de êrîşa ser gel û niştîmana me jî tê meşandin.”
Di daxuyaniyê de wiha jî hate gotin; “Êdî li hemberî van êrîşan bi taybetî êrîşa ser Rêberê me, sebra gelê Kurd nemaye. Heya ku Rêber Apo azad nebe, li Kurdistanê faşîzim bidawî nabe. Her cihê ku ciwan lê hene wê bibe qada raperînê.”
Daxuyanî bi van gotinan dawî bû; “Li hemberî yekbûna dijminên me, bi yekîtiya ciwanan û ruhê Apoyî, emê agirê şoreşê mezin bikin. Em bang li tevahî ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin ku tevlî pêngava ‘Serî Hilde’ bibin.”