Ciwanên beşdarî hemleya ” Serî Hilde” bûne, diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe ji bo diyarkirina rewşa Rêber APO bidomînin.
QAMIŞLO – Piştî ku komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan ji bo diyarkirina rewşa tenduristiya Rêber APO û şermezarkirina tecrîda girankirî hemleya “Serî Hilde” ragihandin, Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR), Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC), Ciwanên Ereb,Tevgera Jinên Ciwan, Tevgera Xwendekaran a Demekoratîk, tevlî hemleyê bûn.

Di vê çarçovê de, Endamê Rêveber ê Tevgera Ciwanên Ereb, Ereb Bedir, armanca tevlîbûna xwe ya ji bo hemleyê diyar kir û got: “Em dixwazin rewşa Rêber APO nas bikin. Rêber APO di parêznameyên xwe rola ciwanan, çi Ereb bin, Kurd bin, û çi jî Suryan bin û hemû pêkhateyên din destnîşan dike. Rêbertî beşa ciwanan wekî bingeha avakirina civakê diyar dike.”

Endama Rêveber a Yekîtiya Xwendekaran a Qamişlo Lana Husên jî got: ” Armanca me ji tevlîbûna hemleyê azadiya Rêber APO e. Dewleta Tirk ji beriya dû salan ve tecîrdeke giran li ser wê feriz kiriye, niha ti agahî ji Rêber Rêber APO nayê girtin. Em ê jî li hemberî êrîşên dewleta faşîst bê deng nemînin.”
Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan a Rojava jî, Lênav Mehmûd destnîşan kir ku hemleya Komalên Ciwan heya 21ê Adarê berdewam dike: “Jinên ciwan di nava hemleyê de cihekî taybet digirin û bi rengekî mezin û aktîf tevlî dibin.“

Lênav gotina Rêber Rêber APO a ”Jin û ciwan pêşengên şoreşê ne“ bi bîr xist.