BOTAN GERMIYAN / KELAR – NUÇE CIWAN
Ev sê roj in li Parka Leyla Qasim a navçeya Kelar a girêdayî îdareya Germiyanê, di çarçoveya pêngava “Serî Hilde” de bi dirûşma ‘Heya azadiya Rêber Apo ji bo şikandina zîhniyeta zilamsalar li dijî faşîzmê Serî Hilde’, Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer çalakî dane destpêkirin.
Şevê din di çalakiyê de çend dokumanterên têkildarî jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin nîşandan û li ser rewşa Ocalan guftûgo kirin.
Piştre jî daxuyanî hate dayîn, Endamê Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê Cêgir Kerîm daxuyaniya hevbeş a Komeleya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer û got; “Em tecrîda li ser Rêber Apo weke, tecrîda li ser gelên bindest dibînin. Tecrîd ji bo şikandina îradeya gelê Kurd e. Dixwazin bi tecrîdê gelê Kurd ji holê rakin. Hikûmeta AKP CPT û Konseya Ewropa di vê komployê de rolên sereke dilîzin. Lê wê nikaribin xwe li ser îrade û hêza azadiyê ferz bikin.”
Di berdewama daxuyaniyê de bang li ciwanan hate kirin ku beşdarî pêngava ‘Serî Hilde’ bibin û wiha hat gotin; “Weke Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer em daxwazê ji hemû civakê dikin, bi taybet ciwanên Germiyan û her çar parçeyên Kurdistanê da ku beşdarî pêngava ‘Serî Hilde’ bibin. Têkoşînê ji bo azadiya Ocalan û Kurdistana mezin bikin. Em bersivê bidin êrîşên dagirkeran.”
Çalakî bi dirûşma, ‘Hêzên faşîst nikarin îradeya azad hilweşînin’, govend û stranan bi dawî bû.