NAVENDA NÛÇEYAN
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, ji Fermandariya Eyaleta Serhedê û Fermandariya Eyaleta Avaşîn re ji bo serkeftinên wan ên li hember hêzên dewleta Tirk peyamên pîrozbahiyê şand.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel di peyama xwe de ya ji bo Fermandariya Eyaleta Serhedê wiha got:
‘’Di şexsê eyaleta we de di nav çarçoveya pêngava Şoreşger a Ş. Mahîr- Ş. Eylem- Ş. Argeş de du çalakiyên ku 17’ê Mijdarê yên bi ser hêzên dewleta Tirk a mêtinger de pêk hatine asta serkeftina wan zêde ye.
Li ve ser vê zemînê di çalakiya bi ser qereqola Serêkaniyê ya Bazidê de ya bi kemînê pêk hatî û çalakiya kemînê û suîkastê ya li Bazidê bi ser girê Vedat Ozkaya û hêza dijmin a ku di tevgerê de bû derbên giran li hêzên dijimn hatine xistin.
Ji bo van çalakiyên serkeftî em fermandariya we û di şexsê we de hemû hevalên ku di vê çalakiyê de ne pîroz dikin. Em hêviya domdarkirina serkeftinê dikin.
Em şehîdên leheng ku di serî de li Tendûrekê û Agiriyê bi performansa taktîk a zêde ya tevahiya salê û bi wêrekî û biryardarî operasyonên dijmin berovajî kirine û derbên giran li dijmin dane bi bîr tînin. Em hemû hevalên ku di vê pêvajoya berxwedanê de xwedî ked in slav dikin, serkeftina mezin dixwazin.”
PEYAMA JI BO FERMANDARIYA AVAŞÎN
Di peyamê de çalakiya li dijî leşkerên Tirk ên ku li Avaşînê bi mebesta operasyonê derketibûn araziyê hate pîrozkirin û wiha hate gotin: ‘’Li qada we bi operasyona şoreşger ya li dijî hêzên mêtingeriya Tirk ku xwedêgiravî bi mebesta operasyonê derketibûn qadê,bêyî ku hûn windahiyekê bidin derba giran a ku we li hêzên artêşa Tirk xistî, bi ser de jî çûna bi ser wan de û rakirina çek û cebilxaneyê ya ji ser wan çalakiyeke serkeftî ya şoreşger e. ‘’
Di vê çalakiya serkeftî de ji ber însîtava zêde ya ku bi gerîla re divê hebe û ji bo nîşandana giyanê Apoyî yê berz em fermandariya we û di şexsê we de hemû hevrêyên ku di vê çalakiyê de keda wan heye pîroz dikin. Em hêviya domdariya serkeftina we dikin.
Hemû hêzên eyaletê yên Avaşînê ku bi fedekarî û wêrekiyeke mezin li dijî hêzên dijmin berxwedan nîşan dan slav dikin û serkeftinên mezin hêvî dikin.’’