YJKK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li hemû jinên Kurdistanê û cîhanê kir ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû giritiyên azadiyê, têkoşîna xwe bilind bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Yekîtiya Jinên Komunîst a Kurdistanê (YJKK) bi daxuyaniyeke nivîskî bang li hemû jinên Kurdistanê û cîhanê kir ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû giritiyên azadiyê, têkoşîna xwe bilind bikin.
Di daxuyaniya YJKK`ê de hate gotin ku sîstema faşîst a Tirkiyeyê bi serokatiya “terorîst” Erdogan zilmê bi hemû cureyên wê li dijî mirovahiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê dimeşîne û li dijî demokrasî û mafê mirovan e.
Di berdewamiya daxuyaniyê de, Yekîtiya Jinên Komunîst a Kurdistanê (YJKK) bang li hemû jinên Kurdistanê û cîhanê kir ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên azadiyê yên di zindanên Tirkiyeyê de, têkoşîna xwe bilind bikin.