Rêveberê Navenda Ciwanan a Şehîd Asalan Partîzan Kerkûk diyar kir ku ewê tu carî derbarê êrîşên Artêşa Tirk ên li ser herêmê bê deng nemînin û da zanîn ku dê hemleya xwe ya “Serî Hilde” heta azadiya Rêber Apo bidomîn in.
EFRÎN – NÛÇE CIWAN
Yekîtiya Ciwanê Rojava(YCR) li gundê Hec Xelîl ji bo şêniyên herêma Raco ya kantona Efrînê civînek lidar xist. Rêveberê YCR`ê Partîzan Kerkûkî di civînê de axivî û diyar kir ku ewê hemleya “Serî Hilde” a ji bo azadiya Rêber Apo heta azadiya Serok Apo bidomînin.
Civîn ji bo diyar kirina rewşa tendurûstiya Rêber Apo li qada şehîdan hate lidarxistin. Bi dehan şêniyên gund beşdar bûn. Di civînê de her wiha rewşa dawî ya herêma Efrîn û berxwedan şêniyan a li hember êrîşan hate nirxandin.
Civîn bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê rêveberê navenda şehîd Aslan a Ciwanan a herêma Raco Partîzan Kerkûkî rewşa siyasî ya herêmê nirxand. Ji aliyekî din ve derbarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li herêmê û kiriyarên wê li ser Rêber Apo nîqaş hatin kirin.
Kerkûk di axaftina xwe de tekez kir ku ewê derbarî êrîşên ku ewlehiya herêmê dixe xeteriyê tu carî bê deng nemînin û destnîşan kir ku pêwîste ciwan xeta parastina herêmê ji xwe re esas bigrin û wiha got: “Em weke ciwan heyanî nuqteya xwe ya dawî li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê bisekinin û heyanî dawiyê emê banga azadiya Rêber Apo, bikin.”
Kerkûkî di axaftina xwe de tekez kir ku ew weke ciwan ji bo parastina gelê Rojava û bi taybet Efrîn wê canê xwe feda bikin.
Civîn bi pêxistina mişeleyan ji aliyê beşdaran ve bi dawî bû.