Piştî fermana li ser êzîdiyan ji bo ciwan xwe birêxistin bikin bi pêşengiya YCÊ Navenda Jinên Ciwan a Şehît Bêrîvan ya Şengalê hat vekirin.
ŞENGAL – NUÇE CIWAN
Bi pêşengiya Yekitiya Civanên Êzidî (YCÊ) ji bo jinên ciwanên êzidî yên li Şengalê saziyek girîng hat avakirin. Ciwanên êzidî piştî 7’ê tîrmehê yekemîn konferansa xwe li dar xistin YCÊ ava kirin. Bi boneya jinên ciwan ên êzidî dikaribin xwe birêxistin bikin Navenda Jinên Ciwan a Şehît Bêrîvan a Şengalê ava kirin. Gelek kes beşdarî merasîma vekirina navendê bû û Asayîşa Êzîdxanê jî ewlehiya derdorê pêk anî.
Piştî rêzgirtinê mêvanên beşdarî vekirinê bûn der barê wate û girîngiya navendê de axivîn. Piştî pêşandana sînevziyonê stran hatin vegotin û beşdarvanan govend gerand.
‘EM BEXTEWAR Û BI HÊVÎ NE’
Berpirsa Giştî ya YCÊ Ezda Viyan armanca vekirina navendê nirxand. Viyan destnîşan kir ku piştî fermana ser êzidiyan jinên ciwan ên êzidî bûn xwedî hişmendiyek girîng û bêtirîn xwe rêxistin kirin. Viyan da zanîn ku YCÊ ji bo ciwanên êzidî bûye nasname û wiha got: “Êdî ciwanên êzidî dizanin dê biçin ku. Me barê xebatên meş, çand, huner û werzîşê da ser milê xwe. Me pêşengiya rola civakek bi tenduristî kir. Ji îro şûn ve bi avakirina saziyê em ê hin xebatên girîng bidin meşandin. Li hemû meclîsên me komîteyên ciwanan hene. Piştî fermanê yek ji saziya herî girîng me vekir. Em bextewar in û bi hêvî ne.”