QAMIŞLO- Yekîtiya Ciwanên RojavaLi Rojava û Bakurê Sûriyeyê meşeke dirêj organîzedest pê kir .
Bi armanca destpêkirina meşê, bi sedan ciwanên kantona Qamişlo li ber navenda ciwanan a bajarê Dêrik a Şehîd Bawer kom bûn. Ciwanan ku cilên bi wêneyên Ocalan û alên PKK‘ê li xwe kiribûn posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YCR‘ê û pankartên bi nivîsên “Serî hilde” vekiribûn û daxuyaniyek dan.
Rêvebera Akademiya Ciwanan a Şehîd Baz daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin ” Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan a ji aliyê hikûmeta AKP‘ê ve hatiye ferizkirin her wiha, êrîşên li ser gorên şehîdan û girtina siyasetmedarên kurd û li aliyekî din jî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê, berdewama komploya li dijî azadî û aştiyê ye. Em wekî ciwanên Rojava soza bomandina têkoşînê didin gel û rêber xwe. Heya rewşa rêberê me neyê zelalkirin em ê têkoşîna nedin rawestandin. Em ê li hember êrîşên berber ên dewlata Tirk li ser gelê kurd û doza wê bê deng nemînin.
Mesa me dê 6 rojan bê navber berdewam bike. Em bang li gelên xwe û tevahî ciwanan dikin ku beşdarî meşê bibin da ku tecrîda li ser Rêberê me bi dawî bibe.”
Piştî xwendina daxuyaniyê meş dest pê kir û di nava kolanên bajarê Dêrikê geriya û ber bi gundê Xanê Serî yê girêdayî herêma Koçbera bi rê ket. Sibe dê meş ber bi Rimêlan ve bi rêkeve.
Nûçê ciwan
( Dûnya Qasim)